jyan hîçe hemûy derdî serî û endûhî sewdaye

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  449 views
jyan hîçe hemûy derdî serî û endûhî sewdaye
eger îsîraḧet û xoşît ewê ey kake lew laye
nexoy tefre be we’dey hîç û pûçî to dexîlit bim
nîhayet etkujê em pîre załey nawî dinyaye
kemêk tirsî xwat bê çawekem ba pêt nełên xełkî
ke ew meḧbûbe bê dîne leser ayînî tersaye
diłim meşkêne nek bazařî cwanît yek keřet bişkê
be çawî sûkî menwařê ke cêy nûrî tecellaye
ebînim herkesê řûy wa le qapî gewreyek emřo
kemalîPen name ş řûy diłî da’îm le qapî ẍewsî beẍdaye