şewî dûrît ewende girye û hawar û şînim kird

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  1016 views
şewî dûrît ewende girye û hawar û şînim kird
be xwênî ałî çawim řengî sefḧey serzemînim kird
ke dîm adem newey wek to le piştî dête dinyawe
sucûdî ademim bird řecmî şeytanî le’înim kird
muradim medḧî zułf û řûy nîgarî şoxekey xome
ke hatim wesfî maçîn û nîgaristanî çînim kird
jyanî tazeyî bexşî be min yarim ke řêgey da
şewî wesłî tewafî lêwî mu’cîz aferînim kird
ke dîm zunnarî zułf û perçemî wek şêxekey sen’anNamed-Entity
qubûłî mezhebî tersa witerkî ’eqił û dînim kird
le naw baxa çinar û serû ’eř’eřşermezar mabûn
kemalîPen name min ke medḧî bejnî yarî meh cebînim kird