şewî dûrît ewende girye û hawar û şînim kird

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  1015 Dîtin
şewî dûrît ewende girye û hawar û şînim kird
be xwênî ałî çawim řengî sefḧey serzemînim kird
ke dîm adem newey wek to le piştî dête dinyawe
sucûdî ademim bird řecmî şeytanî le’înim kird
muradim medḧî zułf û řûy nîgarî şoxekey xome
ke hatim wesfî maçîn û nîgaristanî çînim kird
jyanî tazeyî bexşî be min yarim ke řêgey da
şewî wesłî tewafî lêwî mu’cîz aferînim kird
ke dîm zunnarî zułf û perçemî wek şêxekey sen’anNava taybet
qubûłî mezhebî tersa witerkî ’eqił û dînim kird
le naw baxa çinar û serû ’eř’eřşermezar mabûn
kemalîNasnava edebî min ke medḧî bejnî yarî meh cebînim kird