zemane qet legeł ewladî adem bawefa nabê

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  870 views
zemane qet legeł ewladî adem bawefa nabê
wekû gurbey syeh esłen be merdum aşna nabê
mekanî tîre wek terkeş le ẍemzet qelbî bîmarim
le lewḧî sîne bo tîrî nîgahî ẍeyre ca nabê
çi sułḧêke, witim: zułifit legeł řû bahemin daym?
witî: hergîz le şewda meclîsî min bê çira nabê
le zerbî nebzî aşufte û lebî xuşkim muḧeqqeq bû:
becuz bosey lebit derdim be sed ḧîkmet dewa nabê
debê her ḧeq biparêzê le gêjawî ẍema keştî
telaşî naxuda ey dił be eltafî xuda nabê
le fîtney dame mahî tîşneleb hîcranî awî dî
le zułifit şane ger muhłet bida dił qet cuda nabê
meqamî ḧîrete lêwit lenaw ayîneyî řûta
le cêgey řoşna serçeşmeyî awî beqa nabê
leřûy ẍunçey dehanit guł le gułşenda beha naka
ke sikkey zeř zuhûrî bû řewacî şehřewa nabê
neçûnî xizmetî canane ger wek mirdine emma
meço salimPen name le bezmî mun’îma cêgey geda nabê