ew yare heta wa le minî ẍemzede labê

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  474 views
ew yare heta wa le minî ẍemzede labê
şurbim le dema jehre eger abî beqa bê
zułifit le dû la sabîtî nefîy wekû toy kird
lêy lade biła da le dû ser şêweyî la bê
dîdem be nîgay dîdeyî mestit diłî sed çak
bes sehwe sipardûme ke çakê be xerabê
me’şûqeyî em şare hemû talîbî cahin
tif lew kese wek min ke geda û bê serupa bê
bo xatrî eẍyare ke yar salimPen namey torand
neydawe kesê tûtîyî natîq be ẍurabê