cana! hewesî ’îşqit bê terkî hewes nabê

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  426 views
cana! hewesî ’îşqit bê terkî hewes nabê
kame kesî wa bê, kam nayabe? çi kes nabê?
şeh kêye lelay me’şûq? ’uşşaqî geda şahin
arê le nezer ewda ’enqa be meges nabê
’umrêke letaw zułifit yataẍî diłe sînem
bo murẍî ledawtirsaw gułşen be qefes nabê!
em merḧeleco bo duzd, ew mes’elecoy řîşwet
bo nef’î musułmanan «qazî» be «’eses» nabê
salîk le byabana şew qafłe ger gum ka,
sed qîblenuma bo ew wek sewtî ceres nabê
teb’î necîsî bengî nacînsî lela cînse!
bo cînsî kesîfî wa şawir be tewes nabê
zencîrî wefa meḧkem kêşamî belay towe
’arf, segî wek «salimPen name» ḧacet be meres nabê!