le wadîy fîrqeta řojim wekû zułifit şewî tare

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  716 views
le wadîy fîrqeta řojim wekû zułifit şewî tare
be yadî çawî bîmarit diłim daym birîndare
meger ba’îs be hîcrane we ya lêławe bînayîm?
ke wa řojî řûnak emřo le berçawim şewî tare
le fîrqet newgułî baẍ û beharî ’arîzî yarim
be eşkî ałî gułgûnim serapam řengî gułnare
ke yadî pîrehen ałî dekem dił wa betaw dekułê
siruşkî coşşî giryanî çawim řengî gułnare
eger ahim gelûgîr bê ledewrim şîn eken yaran
hemû şew def’eyê em ’îllete qanûnî bîmarPen namee