ne tenha her diłim meḧbûsî tuřřey zułfî tatare

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  509 views
ne tenha her diłim meḧbûsî tuřřey zułfî tatare
le her çînêkî sed xaqanî çîn têda giriftare
heta dêm ser ḧîsabî dił bibim, řoḧim deba çawî
’eceb saḧêb fen û efsûnger û piř mekir û seḧḧare
tełaqî xawî da çawim, le ’îşqî mahî řûy yarî
wekû ecramî seb’e, her teref bê zerf û seyyare!
’ecayeb dił le gerdişdaye bo xałî lebî diłber
be mîslî cedwelî peřgarî keştî, hênde dewware
be yadî mahî gułřux eşkî xwên wa dê le dîdemda
kenarim her teref, tê defkirim, wek ’eynî gułzare
le baranî ḧewadîs qed qubûł naka teřîy qelbim
seraser cameyî çakim, le xwêna esłî ahare
hîlal asa le fîkira xem buwe ebro, lepał çawî
wekû şagirdî eflatûn leser balînî bîmare
xuda toy şahîdî sîdqî min û xesmim ke leylaye,
beqed îxlasî min, ew «balimza’ifArabic» zîdid û eẍyare