diła azarî bê yarî muşexxes derdî karîte

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  625 views
diła! azarî bê yarî muşexxes derdî karîte
be ḧałî dił desa ey dîde bigrî, gahî zarîte
wesîyetnameyî dił sûyî diłber kê berê penhan
be qurbanî peřit bim ey kebûter wextî yarîte
le hengamî tezeřřu’da be wazîḧ day felek cwabim
dełê: eyyamî şadî çû zemanî sûgwarîte
le yadî diłber emşew dił demê ey sîne mesrûre
mede řêgey ẍemî bêgane, gahî perdedarîte
ke zanî bo nîşan tîrî nîgahit qet ḧezer naka
le qel’ey sîneyî tenga diłî salimPen name ḧesarîte