diła azarî bê yarî muşexxes derdî karîte

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  626 Dîtin
diła! azarî bê yarî muşexxes derdî karîte
be ḧałî dił desa ey dîde bigrî, gahî zarîte
wesîyetnameyî dił sûyî diłber kê berê penhan
be qurbanî peřit bim ey kebûter wextî yarîte
le hengamî tezeřřu’da be wazîḧ day felek cwabim
dełê: eyyamî şadî çû zemanî sûgwarîte
le yadî diłber emşew dił demê ey sîne mesrûre
mede řêgey ẍemî bêgane, gahî perdedarîte
ke zanî bo nîşan tîrî nîgahit qet ḧezer naka
le qel’ey sîneyî tenga diłî salimNasnava edebî ḧesarîte