be tenge dił le sînemda wekû murẍî qefes emşew

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  847 views
be tenge dił le sînemda wekû murẍî qefes emşew
be can şîwen dekem yaran le hîcra nahewes emşew
xew û teref û feraẍet zeḧmete bo ’aşiqî bedbext
mujem yek yek le çawa bû be nêşî xar û xes emşew
ke mînqarî hewes nagate ser şekker wekû tûtî
beser xoma dedem destî te’essuf wek meges emşew
ciłewřêz wa be çustî hat û lêy dam řehzenî endûh
le cełdeřahî ḧelqûma biřîy řêgey nefes emşew
ser û pêç û dem û řîşî řeqîb seyr ken řefîq aman
be çoka hatuwe efgendeser her wek teres emşew
le meydanî belaẍetda qełem serxoşe bo nûsîn
le hatûço û tereddudda deka meşqî feres emşew
eger diłber bipirsê ḧałî salimPen name pêy biłên to xoş
le kêwî mîḧneta naga beserya hat heres emşew