şepolî beḧrî eşkim teř deka piştî semek emşew

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  743 views
şepolî beḧrî eşkim teř deka piştî semek emşew
seday ře’dî fîẍanim keř deka goşî felek emşew
mezey bezimit le kûrey sînema birja be teřdestî
le eşkim bo kebabî dił muheyyaye nemek emşew
eger yed bê hemû dem ẍîretim coyayî padaşe
le řîşem derdehêna wek diłim çerxî felek emşew
bebê bezmî îrem’arayî diłber beskî diłtengim
fezay dunya le min piř nare wek ’eynî derek emşew
le seḧray tecrebey ’îşqa debin řamim geley ahû
le sîdqa nałeyî mecnûn û min nabin beyek emşew
munewwer key le řêy mîhra eger bêy kulbeyî salimPen name
deřêjê bo nîsarit eşk wek duř merdumek emşew