leber peykanî tîrî ahî min mome ḧecer emşew
From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
1 minutes
979 views
leber peykanî tîrî ahî min mome ḧecer emşew
dirêẍa ger neka diłber le nałînim ḧezer emşew
le wesła çunke perwerdem be bosey lêwî şîrînit
deda hîcirit le řîşey dił demadem nîşter emşew
be ahîste lebim ger bête ser řûy nazkit yekdem
le cêy bosem debînin mu’cîzey şeq alqemerArabic emşew
le nêşî ejdehay zułifit weha kewtûme řûy balîn
becuz muhrey lebit naka ’îlacî min beşer emşew
mehî perdenşîn salimPen name le perde hate der bê şik
xecałet deygirê ger meh le perde bête der emşew