leber peykanî tîrî ahî min mome ḧecer emşew

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  791 Dîtin
leber peykanî tîrî ahî min mome ḧecer emşew
dirêẍa ger neka diłber le nałînim ḧezer emşew
le wesła çunke perwerdem be bosey lêwî şîrînit
deda hîcirit le řîşey dił demadem nîşter emşew
be ahîste lebim ger bête ser řûy nazkit yekdem
le cêy bosem debînin mu’cîzey şeq alqemerErebî emşew
le nêşî ejdehay zułifit weha kewtûme řûy balîn
becuz muhrey lebit naka ’îlacî min beşer emşew
mehî perdenşîn salimNasnava edebî le perde hate der bê şik
xecałet deygirê ger meh le perde bête der emşew