be fen ey mudde’î ger bî be îblîs

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  1238 views
be fen ey mudde’î! ger bî be îblîs
ferîbî diłberim nadey be telbîs
le cewrî mahî bê mîhirim hemû şew
dega ahî şererbarim be bîrcîsNamed-Entity
diłim ta cennetî wesiłit qubûł ka
debem nawit be qed tehlîlî îdrîsNamed-Entity
perêşane le řûta kafrî mû
meger şêwawe sułḧî řomNamed-Entity û îngilîsNamed-Entity
muradim řûte herca wesfî meh kem
debê dû bê nîşaney tîrî tecnîs
xeber ken şêxî wa’îz ba bizanê
becuz dersî meḧebbet sehwe tedrîs
suleymanim be temkîn ta mekanit
lenaw mehdî diła bê mîslî belqîsNamed-Entity
ewende çerxî dawim çerxeyî çerx
řegî dił ba dira wek řişteyî řîs
řeqîb bo karî salimPen name toy xelelxiwah
nega ya řeb be metłeb duzdî diłpîs