be ḧeqîqet senema dîdete ustadî huner

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  566 views
be ḧeqîqet senema dîdete ustadî huner
bo nigînî ciger ełmase mujet wextî nezer
dił qefî xward û şika, kirdye nîşaney qîrqac
gerdişî tîrî nîgahit le qefa mîslî qecer
menziłî ’eqrebî zułfe qemerî çîhreyî to
lem dere bo minî ẍemdîde ebed neḧse sefer
kûreyî şîşepeze bo diłî sextim, ’îşqit
le tefî coşşî em agireda mome, ḧecer!
wa muqîmî serî kote wekû xakî qedemit
salimPen namey ẍemzede meḧrûme le îxwan û pider