çakîrî xassete dił, xusrewî şîrîn dehenan

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  426 views
çakîrî xassete dił, xusrewî şîrîn dehenan
le sîfet wesif û řuxt, lem řehe şapûre meger
curmî kuncuşkî nîye can le řehî şahî ’îşq
dił le çing bazî ẍemit, qałbî ’usfûre meger
yeketaze le felek mahîy dû hefte be min
dulberî şems lîqa, lem şewe mestûre meger
ewcî ḧusinit le řux û zułf û cebîn û ebro
le hemû mîhir û hîlal, şewî deycûre meger
berqe bo xermenî ’aşiq, be yeqîn cewr û cefat
serwî mîhirit le diła, darûyî kafûre meger
ke be ḧał cîlwe ekat, şêweyî ḧeq, eymen nîm
pertewî nûre weya şe’şe’eyî tûre meger
sîne wa bû be hedef bo nîgehî tîrî mujet
diłî salimPen name le nîgeh xaneyî zembûre meger