be ḧeqîqet senema dîdete ustadî huner

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  565 Dîtin
be ḧeqîqet senema dîdete ustadî huner
bo nigînî ciger ełmase mujet wextî nezer
dił qefî xward û şika, kirdye nîşaney qîrqac
gerdişî tîrî nîgahit le qefa mîslî qecer
menziłî ’eqrebî zułfe qemerî çîhreyî to
lem dere bo minî ẍemdîde ebed neḧse sefer
kûreyî şîşepeze bo diłî sextim, ’îşqit
le tefî coşşî em agireda mome, ḧecer!
wa muqîmî serî kote wekû xakî qedemit
salimNasnava edebîy ẍemzede meḧrûme le îxwan û pider