lenaw zułfa be řû diłdarî mestûr

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  577 views
lenaw zułfa be řû diłdarî mestûr
desûtênê le şewda şem’î kafûr
bitî şîrîn dehanî zuhreçeşmim
debexşê noşî neḧil û nêşî zenbûr
eger ḧorî le cennet bêne dunya
nezer nakem meger bo řûyî menzûr
le ber ka ger diłim dîr’î tehmiten
be tîrî ẍemze her îmate mensûr
lebî to bo tebî min çaresaze
bełê ’unnabe darûy derdî meḧrûr
be kes naga xeracî hîndûyî xał
le qel’ey çînî zułfa bû be feẍfûr
be ḧesret dił wekû ney dête nałîn
le lebta leb, neyasa ger bikem dûr
debînê her nezer salimPen name le řûta
hîlal û aftab û leylî deycûr