be řûy řoja nuwandî leylî deycûr

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  617 views
be řûy řoja nuwandî, leylî deycûr
le tuřře û řû, be mecnûn, leylî mestûr
kemer herdem be duşnamim debestê
huweydaye nîşaney neḧil û zenbûr
dezanim çone ta dił seydî ’îşqe
lejêr çingałî baza ḧałî ’usfûr
le wesła her ke yarim dî, şewî tar
bełed bûm dastanî mûsîy û tûr
teḧeřřukbexşe bo şeryanî ’înnîn
bilûrîn saqî wek mahîy seqenqûr
le çaw bextî syah û řozgarim
řuxî zengî debête ’eynî kafûr
be duşmin bo nîşan dem sûretî yar
be hedye kê deba ayîne bo kûr?
be derdî şane çê sîney le çaka
le zułfa ger diłim meşşate ka dûr
be zor ey çerx eger behramî gûrNamed-Entitym
dekey qebrî minîş bazîgehî gûr
le sîdqa wesłe bo salimPen name fîraqit
be dił nezdîke daym, ger be ten dûr