ẍebẍeb û xał û xet û tuřřeyî yar

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  633 views
ẍebẍeb û xał û xet û tuřřeyî yar
sunbul û sîb û benefşe û gułnar
ta lelay yare fereḧnake diłim
cêy le gułzare bebê fesłî behar
xofnake diłî azurde le zułf
ḧałetî tełxe le şewda bêdar
ger qyas kem be qedit, qeddî bułend
her wekû serwe muqabîl be çinar
gerçî ayîne debê tîre le ah
ahim arayşe bo çîhreyî yar
sazşî tuřře û řûy da be funûn
narî daxsituwe bo doşekî mar
wek kesêkim le cunûnbazîy ’îşq
bête der muflîs û řîswa le qumar
berî da şane be dił damenî zułf
şanî meşşate cuda bê be mişar
salimPen name er tûtîye bê qendî lebit
mat û mebhûte wekû bûtîmar