tałanî ser û małim çawî řeşî fettanit

leser fermanî mîrza eḧmed be pênûsî muḧemmedî mewlewî zadey sabłaxî be nawî salim nûsrawe
From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  886 views
tałanî ser û małim çawî řeşî fettanit
pabendî dił û dînim gêsûyî perêşanit
wek xencerî zî cuşinArabic ta řojî ḧeşir detkê
xwênî diłî mezłûman bew xencerî mujganit
bo çim dewê ew qîble ger neykeme xakî řêt
řoḧim be çi mesref dê, ger neykeme qurbanit
leb tîşneyî maçêke lew damenî pakî to
manî’ mebe lem xêre, destî min û damanit