řaygirt be sitem dîsan çawî řeşî fettanit

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  505 views
řaygirt be sitem dîsan çawî řeşî fettanit
bo qelbî diłî zarim sef sef sefî mujganit
aşuftegîyî dewran kullen le diłim qeyde
sewdayîy perêşanim bo zulfî perêşanit
tîrî muje qatîlme, xot dûr be le nezdîkim
wa çake nebê xwênim alûde be damanit
dił sakînî gêsûte, řehcoye lenaw zułmet
ta abî beqa mabê, lew çahî zenexdanit
dûheftemehî min toy, dû hefteye mestûrî
bê, çakî nîqab lade bo ’aşiqî ḧeyranit
bedgo! be bedî kirdimit bednamî hemû ’alem
sa lade le min îtir, tû mesḧef û îmanit
wek bulbulî şorîdem bo lêwî wekû ẍunçet
perwaneyî bê perwam bo ’arîzî řexşanit
sa ḧerfî du’a xwanit gwê bigre, biłê amîn
can û diłî salimPen name bê, qurbanî dił û canit