ew pyałe meyey saqî bot hênam

saqî name
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 2 minutes  650 views
ew pyałe meyey saqî bot hênam
katê xwardimewe agirî tê berdam
êsteş her serim lewe sûřmawe
bo çi aw agirî lemin berdawe
saqî fîdatim derûn sûtawim
bo meze maçê nedey fewtawim
zû demit bêne têr têr maçî kem
ewsa bom tê ke dem dem û kem kem
saqî to ke wa şox û şîrînî
ke dêyte lence řêgrî dînî
carê be ’îşwe carê be bade
ḧesretî diłim hemû be ba de
saqî behare wek canî canan
pyałeket danê û bigre yek wiçan
nextê temaşay deşt û çya ke
dinya gułzare bezmê berpa ke
neẍmeş şîrîne be awazî berz
dû bestey kurdî biłê le sed terz
nek min, dinyayek diłî meḧzûne
ba derkeyn le dił ew xeme dûne
carê saqî be, carêk dilber be
carêk muẍennî fereḧ awer be
saqî demêke yarim torawe
ẍemî fîraqim êcgar kêşawe
îmřo tûşt bûm xêrim tûş buwe
her be ewweł pêk ferqim kirduwe
eger emcare tazey keytewe
ẍemî dûrîy yar dûr exeytewe
saqî ha pare ewe bazaře
şerabê bêne biłê hî pare
bê ẍel û ẍeş û pemeyî û saf bê
meqbûlî genc û pîr û eşraf bê
neş’e şikênî şempanya bê
laberî ẍemî herdû dinya bê
hêndem bo têke sê řoj serxoş bim
larelar biřom hênde bê hoş bim
saqî zemanî şadî kirdine
sibey dûsbey norey mirdine
bo îmřo xoşe jyanî mestî
çunke ebexşê heway serbestî