min wekû bêçuwe çolekey xoşî

çoleke (gořînî hełbestî «eta ’isfurة alhiwî»y cemîl sidqî zehawîye)
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 1 minutes  537 views
min wekû bêçuwe çolekey xoşî
hemû beyanî bo xom exwênim
ke şew tê peřî dinya řûnak bû
diłxoşim boye waz le xew dênim
***
çawit hełbiře xuşkî nazenîn
zerde û pirşingî řoj piř dinyaye
seyrî tîşkî řoj bike çend cwane
dinyay dagîr kird xoşî êstaye
***
temaşay dinya bike beyane
çawit têr nabê ewende cwane
hemû parçeyek le şax û le deşt
be dił mesrûre û be dem xendane
***
guł pê ekenê beramber bulbul
lenaw baxana be diłî bê ẍem
şemałîş liqî dar dênî û deba
leser şax û deşt, lenaw şîw û çem
***
pêş ewey bulbul hestê bixiwênê
bew denge xoşe be bezmî řengîn
toş heste le xew herdûkman eçîn
legełya ełêyn yaxud gwê egrîn