lem şareda gelêkî benawî weha heye

pyawekanman le sałî 1942da
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 3 minutes  553 views
lem şareda gelêkî benawî weha heye
bêcge le xanû, parey zorî lela heye
her meclîsê biçê be geş û fiş eçête jûr
lew jûreda beramberî ew gyan fîda heye
bo basî warîdatî zewî û zar û mułk û dêy
zarêkî gurc û hoşî erestoy lela heye
basî wiłat û menfe’etî nîştiman bikey
řû girj ekat û hendê qiseyşî le dwa heye
me’mûryet munafeseye lay xeyałyan
zû eçne jêrî gerçî leweşda siza heye
swałker lewane parey hîç wernegirtuwe
xoşyan eken begewreyî mîllet heta heye
wek małî zore fîkirî biłindî lela nîye
derbest nîye, le paşmile, cwên ya sena heye
tûtî lewane zyatir ezanê begfitugo
çunke wełamî pyawî geday xwa bida heye
ah ey wiłatî bêkes û bê pyawî jîr û çak
pyawit nemawe xizmetî to êste kwa heye
tuxwa mełên emane le kurdin leber ewey
kurd pûlekî nebûn û, desî bo sexa heye
em desteye ne çake ezanin ne pyawetî
bo xoy û pareyan bexuda întîha heye
ew pyaw û naw û dewłete emirin beyek keřet
îşêkî way nekirduwe bibyem beca heye
ey kasbî ḧebîbî xuda bo çî ẍafłî
namerd bizane dewr û xulit zor geda heye
destê bide le baxełî piř not û pareket
barbûy hejar bexêrî ḧecî małî xwa heye
şew ta beyanî mestî hezar řeng te’am exoy
zorîş le xaneya, ne kulêre û ne ça heye
des girtinêkî bêkes û hawsêy nizîkî xot
cwan çakîye û le lay xudaşt ceza heye
îmřo eger mu’awenetî qewmeket nekey
sibḧey ke mirdî ’alemê diłxoşe wa heye
heste meweste çake legeł hawzuban bike
şan û şeref le xizmetî bê dest û pa heye
ew wexte pyawî xizmetî mîllet bikey bemał
werne le řêy witarî zila çend xeta heye
îşê bike ke sûdî hebê bo wiłateket
ta xełq biłên fiłane kesîş wek pena heye
bem mał û serwete diłî bê des bixeyte des
bo gořî teng beçeşnî telî kareba heye
ew cêye berze to hete, ḧeyfe sexat nebê
xoşt ezanî qedrî sexî çeşnî şa heye
êsta ke firsete bitewê yarmetî bidey
mîllet nexoşe parekeşt wek dewa heye
her çaweřwanî êwene bêdesełatekan
tuxwa biłên de wernewe îmřo ’eta heye
kake eger emane lelat zeḧmete were
řeḧmê bike be mîlletî xot wek ẍeza heye
bes îḧtîkarî gendim û co û şekir û ça bike
bes nirxî şit bigoře ke şeř dûre ta heye
bazařî to henawî hemû mîlletî biřî
lew xencerey tîcarete sed řeng seda heye
çît kird le çît û xam û bilûrî ke wa nema
ya xwênî qewmeket emjî ta hera heye
kûtałeket bedengî telê nirxî zyad ekey
xulyay lortît û lesertida hewa heye
gwê nagrî le we’iz û nesîḧet ke muslîmin
bê řeḧim û xa’înî zererit aşkira heye
bo nef’î xot ḧeyatî wiłatê exeyte merg
nirx da’enêyt û bangîş ekey hey ẍela heye
çî bikem dyare musteḧeqî le’netî beşer’
çarî ẍelam le řeḧmetî êzed řica heye