leser lûtkey biłindî pîremegrûn

From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 2 minutes  604 views
leser lûtkey biłindî pîremegrûn
ke lay min buwete şaxî zîw û ałtûn
şewêk dîm dû perîy piř soz û meḧzûn
eyan wit tê bige ey çerxî gerdûn
egerçî řojhełatîn û kesasîn
le řoj’awayî cwantir duř şunasîn
ezanîn yekyetî şêwey biraye
desîse û tefredan curim û sizaye
bełênî hîç û pûç dawî bełaye
ewey koneperiste bê řezaye
wekû caf sîne saf û şêwe xasîn
le wirtey tane û ajawe kasîn
ezanîn êre xakî nîştimane
ewî tya da’enîşê xanedane
dirişt û wirdî tamezroy jyane
hemû dîlî û kelebçey la girane
bimannase biraxasNamed-Entity û hebasînNamed-Entity
şew û řoj hogrî hewcař û dasîn
ezanîn toy nakokî çi řenge
ewey boman eçênê zor debenge
hîway têkçûnî ême û ser be cenge
be řawêj îş nekeyn lay ême nenge
legeł dost û bira dił piř supasîn
legeł dujmin le cenga bê herasîn
nezanîn hozî ême zor hejare
le çaw hozanî ẍerba nadyare
bełam emřogelêkî zor bekare
be amancî biłindî bextyare
be řûsûrî wekû lale ’ebasînLocation
leser bistê zewî dił germe pasîn
ezanîn ’îlim û fen hoy pêkenîne
heçî hozê ke neybê bê nigîne
binaẍey paye berzîy serzemîne
newek hoy xak kiřîn û xwên mijîne
ewey wabê legełya bê temasîn
desew çek řûbeřû yan boy mełasîn
ezanîn mebde’î çake dîmukirat
bebê ew mebde’e nageyne awat
dîmukirat cwantire bigre hezar qat
le îstî’mar û faşîstî xerafat
bełê bo her şitê xawen esasîn
leber bûkî wiłatîşa kirasîn
beřastî em qisane diłmî cûłan
ke řwanîm lay nedîwî piştî ekwan
beşêkî zor firîştey pakî yezdan
be ałayekewe hatin be giryan
bewanîşyan ewt zؤr bê qyasîn
metirsin piştî êwe û êwe nasîn
bedił hestam biçim bo lay ewane
bełam xew ew qulî êsk girane
wehay badam ke seyrim kird beyane
minîş hêndem le guftaryan řewane
le napak waye kurdî bê ḧewasîn
bełam lay pak cewan merd û be basîn