gyanekem hawřêy jyanim nazenîn

beheştêkî win bû
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 3 minutes  569 views
gyanekem hawřêy jyanim nazenîn
kwa le kwêy dił buwete kanî agirîn
bêrewe wa leşkirî derd û cexar
cêy bemin lêj kirduwe emřo beqîn
bêrewe wa koşkî şadîm dem bedem
wirde wirde řû’eçê bo jêr zemîn
bêrewe herçend ezanim dîdenît
em diłe naxatewe ser pêkenîn
wa zeman emřo bepencey negbetî
cergî kun kirdim weku dêwî le’în
ew beheştey kîj û kuř řûy tê ekird
bo ewey hawîn bexoşî tya bijîn
dił ełê yadêkî řabûrdûy bikeyn
yadî pênciwînNamed-Entity dił exate ser fiřîn
dêtewe yadit çi xoş bû dîmenî
berz û şîrîn herweku xuldî berîn
dêtewe yadit heway çwarbaxekey
çon dewayek bû lebo qelbî ḧezîn
dêtewe yadit çi xoş bû awekey
sard û şîrîn herweku eskencebîn
dêtewe yadit nizar û şîwełî
piř le mel bû piř gułałe û yasemîn
dêtewe yadit beşew lew xakeda
çon legeł şadî eçûyne naw kemîn
dêtewe yadit beřoj her kwê eçûyn
çepłeřêzan bû zemawen hełpeřîn
çende xoş bû lew kelane dengî mel
řûy ekirde ser zewî û asmanî şîn
ay çi xoşman řabward ew muddetey
şarî pênciwînmanNamed-Entity ekirde cênşîn
her pena şaxêk eçûyn dengî jyan
gwêy diłî sermest ekirdîn çîn beçîn
her mirovêkman edî hestêkî pak
kurdperstî zyad ekirdîn zor betîn
her serawêkî eçûyn neş’ey wiłat
em diłey êmey exsite řaçenîn
her gułistanêkî řûman tê ekird
kełkełey ’eşqî exsitîne fiřîn
nazenîn destî şikawim daxekem
êste pênciwînNamed-Entity dił exate ser girîn
ew telaraney ke et dî berz û xoş
řoçuwe û buwete kelawey na’emîn
ew çemenzarey hewargey ême bû
wa pepû tyaya exwênî piř bebîn
ew sirûr û şadîyey lew cêye bû
êste buwete bawkeřo û hawar û şîn
ew mirؤvaney lewê bûn şadman
awekî kewtûn û bê bext û nigîn
bem bere cejnane małwêran hejar
na bedił naçar hemûyan derpeřîn
bûmelerze way serewjêr kirduwe
bigre qet nabêtewe mełbendî jîn
babçîn tuxwa beramber cêgekey
têrupiř bigrîn becergî piř birîn
babçîn çunke beheştî ême bû
şîwenêkî bo bigêřîn matemîn
babçîn bo diłnewayî ehlekey
řûbkeyne kurdî piř ’ezim û bennîn
yek beyek pêyan biłêyn diłsozekan
em birayane benamûsin bedîn
wa felek dûçarî kirdin qet neken
zû feramoşyan biken bêgane nîn
em birayane hemû destî qeder
naw diłî twê kirdin û cergî biřîn
bênewe bo komekî û barboy ewan
naw telar û nawdewar û zinc biçîn
bo hemûyan yametêkî wa bideyn
cergyan sařêj bika wek pensilîn
sa bequrbanî hemûtan bim bedił
řojî barboyane ba řû sûr bibîn