dîsanewe şew hatewe bo ’aşiqî ẍembar
şewgarî diłdarî
        From the Book:
            Dîwanî Bextiyar Zêwer
        By:
                Fayq Zewar (1908-1952)
        
             1 minutes
             1382 views
        
        
    dîsanewe şew hatewe bo ’aşiqî ẍembar
bitlêtewe ta řoj be cexarî diłî zamar
bêçare binałênê wekû bulbulî gułzar
piř soz û be’azar nakam û bebê yar
***
herçende wek estêre şunasêkî cîhanî
eřwanme asmanî hîway piř le nîhanî
lêm dyar nîye bextî minî bîmar
hey hey ke minî zar bedbextim û bêdar
***
şewgar de biřo řeş lade le çawim
min xom be gelê derdewe baş têwe gilawim
toş herwekû mêmił mebere řêgrî dîdar
bes bimxere hawar dił pestim û dûçar
***
gwêm lêye nizîk dengî ney û ’ûd û semaye
bezim û çeqene û biste û bestey legełaye
ew şadîye lay min buwete şîwenî şewgar
bê dîdenî diłdar şadî nîye yekcar
***
ey dił kemekê oqre eger bigrî beyane
řoj bêtewe gułzarî hîway piř le jyane
lem tase û nakamîyey emşew ebî řizgar
derwazeyî esrar ekirêtewe ewcar