pîrî jîr ey xawenî jîn û jyan

yadî bîst sałey řojnamey jîn
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 1 minutes  939 views
pîrî jîr ey xawenî jîn û jyan
ey yeke diłsozî xakî nîştiman
hewł edey bem pîrîye kurdî hejar
serkewêt û derkewêt bête meyan
to le řêy zanistî ya bo hozeket
nate estoy xotewe erkî giran
daneyek řojnamey kurdî nebû
ewdeme dengî jyan kewte cîhan
deng û řengêkî hebû piř soz û coş
wek ciger sûtawî jêr destî zeman
hênde dił piř kuł bû bo řêy yekyetî
bûbuwe beydaxî berzî karyan
wîstyan lew cêge berze řay girin
xot fiřandit ta geyşte cêy eman
carî dwayî hatewe emma çilon
cwan û şîrîntir le caran bêguman
ẍayetî her nawî xoy kirdibuwe jîn
werne amancî weku ew bê zyan
piř le eş’ar piř qisey kur? di
piř le basî ’en’eney çerxî beyan
piř le basî řastî û dostayetî
piř le basî kirdewey şîrîn û cwan
sed supas emřo le çerxî bîstema
xoy geyande sałî bîstem bê wiçan
pîrî jîr ’erizit ekem taqaneket
cêgey şanazîye bo kurd zuban
çawekanit řûn ke emřo cejnite
cejnî ew pîroz û kurdîş kameran