ledayk bûnî însanêk

From the Book:
Şî’rekanî Kameran Mukrî le Řojnamekanda
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  1165 views
şew
tirîfey mang
lûrey tîj
hajey aw
xuřey çem
dêy bêdeng
le dołêkî kipî mitda
lankey birsîy řût
pêstî beser êskida likaw
şîtałî çiłkin
destî poxił
pêy kiřêşawî
piştî be dar cezrebedraw
çawî firmêskawî
dêy bêdeng
gozey betał
xepley keřwawî
***
zincêkî tarîk
dengêkî taze
gyanêkî taze dête jyanewe
bangêkî taze edat le perdey bûn
minałêk wa bê maman le jine cûtyarêk bû
çawî sersam serincî ew parçe goşte eden
çon ejî?
çon emrê?
be kotewe yan azad?
her wek eman yan baştir?
xoyan nazanin
min ezanim
bêguman be azadîy ejî
tirîfey mang
jyanî taze