agirî qaspe

From the Book:
Zebrî Honrawe
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  576 views
kejî sextî belêşawî firmêskî asman
řû jakaw û pê şeqar bûy awî çemî xuř
kejî mandûy çok dadanî hezar hezaran
sałî pêşûy temenêkî çeşey xwên û giř
***
řeng bizirkaw eyniwařîye mergî zerdepeř
pelewerî xałî gonay asoyekî sûr
eyniwařîye teputozî řêçkey řanemeř
çaw lêk nanî birîskey çem dêy binarî dûr
***
lem kateda ke agirî qaspe qaspî kew
le dołewe heł’ezna berew lûtkey şax
xew pijênî dest û pencey nermunołî şew
her ke cûła zirme hesta nizîk lêwî bax
***
kew pêkira řawkerî gurc be ser biřîn fêr
çeqoy naye ser gerdinî naskî piř xał
diłî kewî çirkey dwayîy zîndegî jimêr
dwa tirûskey yadî řişte naw binêşte tał
***
ke nwařîye řawkereke her ewey par bû
em careş yar be qaspey xoş bem derdey geyan
binêşte tał par firyay kewt katê zamdar bû
bełam taze binêşt naga be hawarî gyan