sutûy peyam

From the Book:
Zebrî Honrawe
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 2 minutes  703 views
nazdarî dił ey le derûna pişko
ey dirextî mang û estêre û şewbo
ey pepûley zerdexeney xeyałim
kiçołey şeng, taqe gułałey ałim
ey cwantirîn honrawey tazey derûn
ey awazî biłêse le dił berbûn
ey çawî dił, ey şîrîntir le çawim
pêşkeşt bê tavgey tase û siławim
êste lenaw sengerêkam sik sûtaw
lêw ’ezretî, dił ’ezretî qumê aw
enwařme demî ewaney mirdûn
pişkoy tezû le lêwî diłim esûn
ew demaney ke akamî gyaneław
bangyan ekird hawřêyne qumê aw
dwênêş wa bûm bełam dwênê kuştar bû
xonwandinî dwa şaławî azar bû
girmey bomba, firîşkî çyay exist
bo gyan werîn mirdin deştî řa’exist
ke hêlaney gulleman ewrûjan
kej mûreẍey piř ebû le jan
ke dirincî dûkełî giřî çya
çingî qijî gîr ekird le gijugya
ke agirî hawarî hełmet birdin
ber ebuwe diłî asnî mirdin
dwa diłopî areqî lêłman eřişt
dwa dirincî tirsî derûnman ekuşt
emřoş çya xoy û kejawî cwanî
çaweřwane bo kuştar û qurbanî
wa dyare xak bo geşey beharî nwê
xwênî tirî lawanî kurdî ewê
«eger hat û namekem dwa peyam bû»
diłî minîş be qurbanî çyam bû
car car leber tirîfey mange şewa
lenaw baxî piř le heniskî xewa
leser awî kanîyekî sard û řûn
ke zerdepeř têy eřjê wek ałtûn
yadî lêwî tînûm teř ke bew awe
guł yadim bide lew qije xawe