kameran mukirî

From the Book:
Zebrî Honrawe
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 2 minutes  846 views
le zîndan û le byabanî «selman»
le nîşaney birînekanî serşan
le sałanî lawîy - temen pişkûtin
helî ’umirim, guřî hewłî pêşkewtin
lew sałaney legeł zincîra jyam
lem heresey jyan beserya hênam
le jûrî teng, řêçkey ciřucanewer
le şêy dîwar, werdyanî mon, xwênî ser
le qetmaẍey leşî bedar şîtał bûm
le lêdanî diłî be xurpe qał bûm
lew pencanem ke agiryan pyaçzan
lew cumganey ke le yektir tirazan
lew kesaney ta dwênê bû wek dujmin
kotyan kirde pêy sedanî wekû min
le kotî pê kelepçey dest bipirsin
#
min çîm û kêm ewan çakim enasin
le darxurma û le byabanî sûtaw
le serab û sebûn û xeyałî aw
lew çawaney xwênî qînyan têza bû
lew kesaney beşyan tenya siza bû
le korpekem dûkełî tasey ewsam
le derûnî jemburde bûm be peyam
le bîrkirdin, xozgey tasaw bo awê
giřî derûn damirkên bê bo tawê
le kaseyek doy sertezênî kwêstan
xulyay şiney cêy nisirmî daristan
le birsêtî û dûrî û le bêberî bûn
le gişt xwastî xawênîy dił û derûn
le kotî pê kelepçey dest bipirsin
#
min çîm û kêm ewan çakim enasin
qareman nîm, benawbang nîm, gewre nîm
şa’rêkim bo netewey kurd ejîm
çîm ledest hat kirdim bo netewe û xak
çîm beser hat dam be xende bebê bak
serim berze serşoř bûnim nezanî
aramî xom, tasem kird be qurbanî
le çyakan, le lutkey berz û nuwa
le agirî be nêłenêłî biřwa
le kotî pê kelepçey dest bipirsin
#
min çîm û kêm ewan çakim enasin