zebir

From the Book:
Zebrî Honrawe
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 2 minutes  736 views
le singa dû sêwî guł bedem kał û turit
goy diłyan betîrî xurpey tîj da’egirt
wek qubbey heyase bê lere û bizutin
řûy demyan ekirde çenage û ber gerdin
řûmetî gułî geş, lamlî wek hetaw
bejnî řêk, naskołe, egrîcey zerd û xaw
ke min dîm xwênî geş eçořa bo sersing
esûřa le lamil egrîcey wek gizing
pê leser meçekî şûşeyî û leser řû
ta ew dîw perdey goşt be zebir řo’eçû
gułî dem bû bowe be xunçey nepşikût
gerdî sam le koşî peřeya ebzût
gilêney ewende xulî xward le tirsa
ta gîr bû le guşey çawî wek nêrgisa
ew kiçe, ew cwane, ew bejne nazdare
ew şenge, ew gułe bê bax û behare
kewte naw çiłpawî payîzî guł werên
naw lîtey tawan û naw gomî sûrî xwên
wek befrî řêy asman xawên bû dawênî
bem řengeş abřûy tikaye naw xwênî
kiçanî dirawsê ke wek ew cwan nebûn
řeftarî poxłyan poşîbû be ałtûn
dîbûyan hengî maç ew gułey mijî bû
çinokîy derûnyan le tawa tezîbû
qawyan da minałî bizêw û hîç nezan
lew kiçe bêkese wekû seg wirûkan
xatûnî ketnibaz ke westay karane
ew kiçey derpeřan bew bangî şêwane
ew şenge egerçî dway eweş her mawe
bełam kiz, diłişkaw, gułî řûy jakawe