befir

From the Book:
Dyarî
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  915 views
befir wekû firîştey bûk
dête xwarê wird, êsk sûk
telarî bûkênî asman
cê dêłê berew baxî cwan
mirawî, le tirsî sehoł
becê dêłê cogeley doł
le dûr qaspey kewî tenya
zirîkey melî naw çya
«ey kilûy befre cwaneke»
«were bo ber heywaneke»
be tîşkî çira û mangeşew
zerd be wekû gerdinî ew
xozge lem jûre tengeda
lem gencîne bêdengeda
le tekma ebû nazenîn
bizey nazdar nîgay şîrîn
zîřey semawerêkî zerd
birîskey řûmetî bêgerd
minałêkim hebwaye... guł
çone... awa bwaye bo dił
řûm ekirde jinî nazdar
êware wextey pirşingidar
emut goşteke demew bang
danê leber tirîfey mang
«ey befrî piř le şine şin»
«carê meye... sermame min!»