řehêłe

From the Book:
Dyarî
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 2 minutes  988 views
leser kułmî nask... mirdin
desî kird be beste witin
perçemî teř ała le mil
firmêskî eřja legeł... kil
şar peroşî řehêłey sext
«řêy girte ber legeł nawext»
pirçî teřî perş û şîrîn
besteyekî ewt ẍemgîn
ba... eyda le pirçî serşan
elerzî wek telî keman
endamî leş, gerdin, nawdem
şoř şoř lêy eřja aw û xem
baran eçû begij... giřda
lafaw lenaw qedî pirda
zirîk û hoř çiray řengîn
egryan betaw... elerzîn
jinî bejin û bała nazdar
eypêçayewe... cadey şar
eyniwařîye řêy gořistan
çawî jakaw piř le giryan
pûzî nask, kemerî teng
be tikî quřaw řenga û řeng
kip û ẍemgîn û mat: kołan
lepiř hewrêk eyzirîkan!!
karekerî... cwan wekû guł
bedem giryanewe be kuł
witî: kuřî koşk û telar
lawî bêřeḧmî paredar
desî biřîm û dway encam
wextêk ke geyşit be meram
xoy û daykî deryan kirdim
wêł wêł... bem derdeyan birdim
bê lane, bê kes, bê hawdem
ey xway hewr û baran çî bikem?!
perîy kiçênîmyan... miran
bûm be jin... minî besziman
ey korpey «bawik tawanbar»
le êstewe bigrî bezar!!
***
hejarêk firyay kewt... qeşeng
witî: ey jinî şox û şeng
tozî ałtûn nenîştuwe
lem diłe piř arezuwe
ha diłim hêlaney to bê
cêy ew řuwe cwaney to bê