heta řojî dexulî min be seywan

pênasîn
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 2 minutes  331 views
heta řojî dexulî min be seywan
ẍeme xorakim û cêgame byaban
eger bêt û bisûtêm bibme xaşak
be zorî tê megen ey îns û ey can
le ḧesret qed û bałay dulberêke
şew û řoj îşme hawar û giryan
çe dulberê ’eqił û hoşî biřîwim
nemawe fîkirî řêgey dîn û îman
le ḧesret gêsûy ’enberfişanî
dił û cergim wekû zulfeynî tatan
yid bîzaArabicye ya nûrî tecellî
we ya setḧêkî nûre çînî pêşan
leser sefḧey řuxî ebroy kiçî wek
hîlalî mangî nwê beřast û çepdan
dû ebroy wek keman hênaye ’urş
le sîney řêşmî da tîrî mujgan
dû çawî mestî badamî hełêna
nîgahî kuştimî be goşey çawan
eger bê û derkewê řuxsarî yarim
xecałet eygirêtin mahî taban
eger bêt û demî bênête guftar
řewacî xunçe namênê le baẍan
biłêm danî wekû zimrute ya xud
wekû şewnim le baweş ẍunçe penhan
tebessum ger biga bew lêwe ałey
lelam bê qîmete yaqût û mercan
ewendem lêt ewê ey řebî ’alem
ke têr’aw bim leser çahî zinexdan
dû qubey nûre ya řeb ya dû lîmo
leser sîney bilûrînî dû memkan
kemer wek mûşekim we textî taqim
esîrî nafete çawî ẍezałan
lejêr damanya duřêke nasifit
le dîde ẍa’îbe wek gencî penhan
wekû kêwêkî zîw nermî swîbê
be bejin û qametî serwî xeraman
esîrî ’îşwe û nazit kesêke
wekû mecnûn ke řûy kirdote deştan
şew û řoj wîrdime nawit wekû zîkir
fîday nawit dulberî berxî kwêstan