hate swê dîsan birînim fîkirî caranit ekem

gileyî
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 2 minutes  462 views
hate swê dîsan birînim fîkirî caranit ekem
her wekû mecnûn beda’îm zîkirî leylanit ekem
cêgey tîrê ke lêt dam bû be nasorî birîn
çaweyekî xwêne êstaş ’erzî şukiranit ekem
her dû çawim kwêr bû hênd giryam le hîcirit bê řeḧim
her nehatî wexte bimirim can fîday canit ekem
ax le kwêy? tuxwa ewa her dû gilênem derpeřî!
her dełêm emřo û sibeynê xom bequrbanit ekem
řenge bêřeḧim û wefa bî, zanerî ḧałim nebî!
wa le xwêna min egewzêm neqłî qur’anit ekem
bo deway zexim û birînim tozî xakit mełheme
bêt û řabûrî be lama ’ebdî damanit ekem
zeḧmete ta řojî meḧşer nawî to win kem le dił
qetre firmêskî becogem xełtî sîrwanit ekem
meşrîq û meẍrîb eger piř ken le xunçe û desteguł
her wekû bulbul le yek guł şîn û qetranit ekem
ye’nî ke’bem bête berdest beynî to sed sał bibê
bo tewafî ke’beket qet’î byabanit ekem
bêt û bimrî xwanexwaste mergî min pîşt kewê
ger hezar sał mabê ’umirim xom be mîwanit ekem
řojî řawestan le deştî meḧşera lêt mudde’îm
zułmî to xwa ḧakmêtî tûşî nałanit ekem
min eme řefit û giftime ře’î řewan û řastime
baweřîş nakey ḧewałey kafiristanit ekem
bo řezay xwa û pêẍember zeřeyek lutifit bibê
ta nebim de’waçî qyamit řû be yezdanit ekem...
to ẍerîbî yek tebîbî eḧmedaPen name wa derbeder
wa le însanî ke derçûy neqlî ḧeywanit ekem