«xezał dway mirdinî lasî ḧewt sał jya û her şînî bo gêřa»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  442 views
ew mird û xezałî kird meḧzûn
bê hoş dekewt û bû be mecnûnPerson
ger hatewe xo debû be řeşpoş
girbuyî le quř ser û ber û koş
bew daxewe derûnî bû be biryan
dermanî dekird dił be giryan
bê deng nedebû le nałe satê
çeqçoyî hemû dem ew dehatê
bałayî çemawe geyye ’erzî
bew derdewe şoře jin delerzî
nebřayewe şîwenî şewanî
ta royewe nûrî çawekanî
her las hebû le ser zimanî
çun ew bû hewên bo jyanî
katêkî le des felek denałî
carê be zemane hełdekałî
dey fermû řebî neden suř û xul
her lew xul û suře bin şil û kul
bo diłřeq û bo xuwên mijî to?
bo zał û bo xełk kujî to?
bo yarî dekey cuda le yarî?
bo dujminî taqmî hejarî?
bo nayełî ’aşiqê ke sałê
danîşê be bê ẍem ew le małê?
bo hênde e to felek be mekirî?
her dem be ẍemê xezał degrî?
ta merg deware kone bergim
bo ew nebezî cuwane mergim
quř kem weserim ke dûre yarim
zîndanme hobew hewarim
min naçme ser çyayî řengîn
serşînim û her debê bikem şîn
bo las hemû xełk degryan
ew şîwene ḧewtiwêykî xayan
koteł degeřa le şîw û benden
’alem degeł ew deçû be şîwen
duwa heyniwêy lasî şarezûrî
nêjra le hewarî sêwe sûrî