«basî mirdinî xezałê»
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
1 minutes
561 views
ḧew sał be şîwen û be nałe
dejya û nemird ew xezałe
ew mawe le paşî lasî herma
bew daxewe her nemird û dejya
her çende ke mame řeş be bendan
ew peryeyî la deda le giryan
ew çatrî kuł degirt le bo şîn
wek hewr hełî deřişt esrîn
ew xuyî le nałe her negořî
bew ḧałete mird û çowe gořî
çun lew ẍem û derdeda debû kas
ger mird denêjra le kin las
ew hane ke cerg û dił biřawin
her pêkewe herdû nêjrawin
êsta ewe gořî wane mawe
cê gořî ewane ber biławe
ger çûyî le dûrřa dyarin
dû gewherî zînetî hewarin