«wegryan kewtinî xezałê be dîtnî las»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  401 views
lasî ke dedî xezałe awa
wek terze le wênderê twawe
deykird be şîn û bû perêşan
zulfî le mila debû we pexşan
boy hatewe bîgrî le ser zîn
mem xoyî dexsite baweşî zîn
amêzî lewî deda le ’erzî
dana leşî ew xezałe lerzî
ew tîre be çawî piř le esrîn
hînayewe der le zam û le birîn
peykanî ke bûyî jarî mare
piř bowe birînekey le jare
her çend dekirawe daw derman
deykirdewe zamî řan, her jan
tîrawê le řanî las peyda
bû, çareyî ew birîne nekira
bew derde demawe sał û werzan
lew şêre biřa homêd be jyan
ḧewsał be saẍî be xoşî
ḧewtane be tûşî û nexoşî
dejya degeł ew xezałe mawe
ger mird le ẍema diłî ḧesawe
bo ’erş ke hełfiřî gyanî
asûde dekewte wê jyanî
girtî le beheşt û baẍ menził
bo hemdemî ḧorîye le nêw guł
lew cêye deka gyanî seyran
wek bulbule ew le beytî teyran