«řoyştinî las bo pêş çetan»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  468 views
lew layewe las eger beřê bû
serkewt le kêwe yek derendû
pêşebřeyî dawe lew çetane
lêy danewe şîr ew cwane
sî dane çetey dekuşt û deşkan
beryan dedawe des le gařan
mabûnewe şeş nefer hełatin
ew hane le şeř weber nehatin
çiłkin ke ewey dedî delerzî
deykirdewe koşme her le ’erzî
piçkêkî dekird diz řeçawe
wek kêsełe xoy lewê denawe
ew laseye çiłkinî giławe
tîrêkî lewêwe lêdedawe
wek çeqił û dirowye lew kehełçû
peykanî le gułmeřan win bû
bew tîre ke las ebû birîndar
ney kirdewe nałe nał û hawar
peykanî le řan der nekêşa
deygut ke diłî xezałe hêşa
do’ayî dekird ke tîrî dujmin
lew kêw kejane bê lebo min
lêm bo we be tîr tûkî xanim
peykanî dirawe her le řanim
ew tîre lewê debê wemênê
ta yar be des derî dehênê
bîkatewe cêge zam derman
lew tûkeye ba webê peşîman
řimbêkî lewê deda le çiłkin
bew řimbeye ser diłî debû kun
mabû ke benûke řimbî dada
ew çilxus û çiłkiney ḧewa da
be dîyarî debird bo xezałê
hawîştye ber demî le małê
degut bewe lêm dirawe yek tîr
tûkî tuwe ger le min debû gîr
her çen ke be tîrî ew miroye
zamar me her be tûkî toye