«îznidanî mela be ałî bo şayî girtin le hobeda»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  590 views
çarey ke nebû mela le laye
ew řêgeyî dawetî dedaye
hênayewe ałî bo zemawend
le birinc û le kawiř û şek û qend
deykirdewe xêge řon bare
ko ko dekirawe lew heware
gîrawe le nêw hewar û şayî
lewhane we şîn geřê dwayî
awatî kuřan û kîj û kałe
çun dê le dehoł gałe gałe
kuř çopye bo xezał degrî
ew perte ewa xerîke degrî
lew řojewe ew serî deçû şîn
sergoneyî zer bibû le ber şîn
her kes ke deço we hobedey dîn
dû coge le ber demî le esrîn
ew kîje ke derdekey le dił bû
wek mencełî, ser diłî le kuł bû
neymabû ne nûstin û ne xorak
ew řûyî dekirde ser gił û xak