«xebernardinî xezał bo lasî»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  466 views
řojêkî be lîre û dirawe
be kirêy degirt yek pyawe
aza û netirs bû le řêda
dû kîseyî piř le zêřî wêda
deygut ke le kin kesî nekey bas
be dizî bere to xeber le bo las
pêy bêje ke zû nega be dadim
min zerd û peşêw û bê muradim
dawet degeřê û min peşêwim
ko bûnewe xełk û min le kêwim
lotî ewe lê deda dehołe
min ew deme xo dexem le xołe
kiç dênewe mamzin le hobe
kirdûme le kanyane tobe
her kîje şit û mekî ke zerde
yarî tuwe bergî şiř le berda
řiştûyetî çaw, jin be sûrme
surmey mine her, xuwênî germe
zû bêtû le bałeka nebî gîr
wek tîr, heta nebûme yexsîr
dedrêmewe min be şû be ałî
çun hobe le şêre merde xałî
webzane elêre bê kesim min
babim le minî feqîre dujmin
ger las neda desê le ałî
lew hobe le des deçê xezałî
awa çeperî xezałe řoyî
bo xizmetî lase şořî xoyî