«daway ałî le mela nebî bo wey xezałî her lewê bigwêzrêtewe»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  669 views
fermûyî feqê ebew melaye
nakem şeř û kêşe û heraye
fikirê meke min ke şeř kerêkim
ew care bizane meyterêkim
řêzim deye to wekû kuřî xot
webzane ke çatrîş debim bot
dû řê ke le małî ême daye
herdû yeke to mełê cudaye
bo êwe ke meyterm ne xizmim
ba lêreke bê heraw bezmim
deygirmewe şayî bo xezałim
lew hobeye, nek le gund û małim
dey gwêzmewe wa ewî be destûr
ger bê le wełatî kurde meşhûr