«tarîfî xezałî le mameřeş ke le çil piley ’umanêda yaẍî buwe»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  422 views
bo çil pile kê deçî û dwêrî
dedřê ke biçête wê be şêrî
yaẍî buwe mame řeş lewêda
serkirdeyî çil nefer terîde
fîlê ke le bendenane yaẍî
şêrêke le geř geřey deşaxî
bê tirse le ejdeha û dêwî
senger gire řojî seř le kêwî
ger bêt û le dêw řû bika tał
hełdêt û le qafe ew deda nał
ew cerdeyî kêw řeş mekane
wek bewrî beyane lew kejane
degrêtewe řê be karwanan
ser pence deda le pałewanan
lew cêye ke mame řeş dyare
bê laqe ewey kewa sware
samî heye zor û qaremane
bê bake diłî le ser şeřane
řustem kewe řêkewê lewêwe
bê řexşî deka be şeř le cêwe
ew dułe le destî mame řeşda
’îfrîte ewa le kêw û kejda
’aşîretî zore pî newêran
hełnaye le des piłing û şêran
bestûye le pişte ser simêlê
kem kes heye tê biga le fêłî
çen wirze deka řaw û řûtê
řeşmawe be ême key desûtê