«bendî xezał»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  464 views
lew dîwe be bend bulbulî sił
bew core witey deda le ser guł
ey lawe kiłukî desçinî to
çibkem ke nyane dîmen û bo
lew katewe min werim ke girtûn
be cwanî ewm le şûşe xistûn
binkî gułe wa le nêwî gułdan
dêrawe be areqî debsikan
lew aweyî gome qułî gerdin
lêm dawe heta hemîşe geş bin
bo xatrî toye ey cwane
perurde kirawin ew gułane
eyna gułî wa debû nedêrim
ewhane le hobeda weşêrim
kirdibûtewe çun le dûre řêyan
tozî meřî kewtibowe lêyan
birbûyî cewałî karwane
serbergî cwanî ew gułane
pêt waye ke çun lelayî toye
êy mêrge şekoye ya çekoye
ya cûye gedu serî sipî seng
hênawte ẍunçe guł be bê deng
lew kêw û kej û çya û yałe
suřayewe bo guł û hełałe
ya çûyî û geřayî to le ture
bo çepke kułokî çende core
ya çûyewe çil piley ’umanê
bê tirs le şêrî bîşełanê
kirdûte lewê gułî beharî
nardûte be pîre bo dyarî
dyarî mine çepke guł dyare
bermaweyî qafłe û qetare
êsta be şeřafetî birakem
ew dîyarîye min pesend nakem
bew payîze şagułî cwane
her lew kejî çil piley ’umane
nexurawe le bizin û meř terîke
kwanî heye guł le kêwî dîke?
sed ḧeyf û xesar ger gułî wa
lew kêweye çûn le dest deřwa