«tûřebûnî las be tarîfî xezałê le mame řeş»
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
1 minutes
575 views
paş ew wite las ekewte ser çok
bew base germ debû wekû lok
deygut be tenê deçim bizane
seyrane dekem le çil pilane
çil deske kiłukî taze deçnim
ew muyî simêłî cerde deřnim
bo toyî ebew muwey debestim
dirfet ke neçête der le destim
ew mame řeşî be pîlî beste
deyhênmewe êre dił şiksite
ta xełkî heware pê bizanê
dekirê be min ew şeřey beranê