«basî şîwenî xezałê le dûrî lasî»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  448 views
ew wade ke las boyî dana
têpeř ke debû le çil şewane
deyřişt le dîdekey debadam
ewsirîne biřa le perye aram
wabû xewî her be şew nemabû
çil řoj le lase hełbiřabû
ca boye hemîşe deyřuwanî
key dêtewe diłberî cwanî?
řojêkî wehayî gut be estî
ey çawekem ey hewênî hestî
hemdem be eto degeł me tawê
ba her dû biçîne bo serawê
bo çaweyî piştî kej beřê bîn
bo las le çawe çaweřê bîn
ger lasî eto bikey řeçawe
gyanit ke lemin boy be çawe
ew kîje deçûn û geyne kanî
her şoxe le layê deyřiwanî